EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê ji 100’î zêdetîr terorîst hatine kuştin

Di encama operasyona hêzên Artêşê û hêzên ewlehiyê yên Efxanistanê dijî terorîstan li navçeyên curbicur ên vî welatî de di 24 saetên buhurî de, 114 terorîst hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Nivîsgeha Çapemeniyê ya Wezareta Berevaniya Efxanistanê, roja sêşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Ev opersyon li wilayetên Nengerhar, Qeznî, Pektiya, Erzegan, Zabol, Badxêys, Ferah, Belx, Bexlan, Texar, Nîmrûz û Hêlendê cih hat ku di encama wê de 42 terroîstên din jî birîndar bûn.

Wezareta berevaniya Efxanistanê li daxuyaniya xwe li ser dewama operasyona dijî terorîstan û kesên çekdar pêgîrî kir.

Koma Taliban û komên din ên terorîst ên wek DAIŞ`ê li navçeyên curbicur ên Efxanistanê hene.

Başa dön tuşu