Qelemûna rojhilat a Şamê tam hat rizgarkirin
Artêşa Sûriyê berêvara çarşemiyê raghand ku Qelemûna rojhilata Şamê ji destê terorîstan hatiye rizgarkirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, hemî navçên Zibdanî, Beyt Cin û derdora başûrê rojava Şamê heya Xûteya rojhilatê ji wan Dûma ku çeperê sereke yê terorîstan ji bo êrişa ser Şamê dihat hesabê, bi xerceke herî kêm û di mideha çend mehan de cardinê vegerya destê xelkê Sûriyê.
Derketina terorîstan û malbatên wan ji navça Qelemûna rojhilat li derdora Şamê û guhestina wan bo bakurê Sûriyê roja sêşemiyê dom kir.
Kiryara ku roja îniya buhurî li gorî hevhatina dewleta Sûriyê û komên terorîstî cih hat.
Televîayona dewletî ya Sûriyê jî li vê barê raghand ku terorîstên çekdar beriya terikandina navça Qelemûna rojhilat, çekên giran û depoyên çek û sîlehan radest kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)