CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Merziye Haşimî hat berdan

Berpirsê Baroya Parastina Berjiwendiyên Îranê li Amerîkayê got: Merziye Haşimî bêjera Press TV ku midehekî berî niha dema ku gihêşte Amerîkayê hatibû girtin, azad bû.

Berpirsê Baroya Parastina Berjiwendiyên Îranê li Amerîkayê Mehdî Atifet îro sibehê li hevpeyvîna bi nûçegihanê IRNA re got: Duh berêvarê dewleta Amerîkayê  bêjerê Press TVyê berda.

Atifet herwiha got: Baroya Parastina Berjiwendiyên Îranê li Amerîkayê her ji dema ku Merziye Haşimî hatibû girtin karûbarê huqûqî ji bo berdana wê dişopand û bi navendên pêwendîdar re pêwendî çê dikir.

Berpirsê Baroya Parastina Berjiwendiyên Îranê li Amerîkayê desnîşan kir ku rayedarên Polîsê Fedral yê Amerîkayê diyar kiribû ku ti sûçeke Merziye Haşimî ku hatibe girtin tineye û ew bi tenê ji bo şahidiyê hatiye binçavkirin û dihat pêşbînîkirin ku ew roja çarşemê were berdan.

Alîkarê beşa derve sînorî ya Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, Peyman Cibilî Azadbûna Merziye Haşimî li azadîxwazên cîhanê pîroz kir û got: Amerîka ji ber zext û zora raya giştî neçar ma wê berde. Mesela xanima Haşimî îsbat kir ku pêwîst e rayagiştî li Amerîkayê agahdar bibe daku hikûmeta vî welatî neçar bibe kesên ku bi neheqî girtine berde.

Cibilî herwiha azadiya Haşimî destkevteke mezin ji bo medya serbixwe yên wek Press TV û Al-Alamê da zanîn.

Merziye Haşimî bêjer û nûçegihana Press TV û çêkira fîlmên belgedar ku eslê xwe amerîkî ye 13 çileyê bê heger li balafirgeha Sent-Luis a Amerîkayê hate girtin û kete zîndanê.

Başa dön tuşu