ÎranNûçeRojhilatanavin

Qeter: Konseya Hevkarîya Kendava Farsê hewcedarê peywendîyên baş ligel Îranê ye

Wezîrê karên derve yê Qeterê bal kişand ser pêngavên jibo xweşkirina rê jibo gotûbêjên hevpar di navbera Komara Islamî ya Îranê û Konseya Hevkarîya Kendava Farsê da û got: Konseya Hevkarîya Kendava Farsê hewcedarê peywendîyên baş ligel Îranê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Ibnê Evdilrehman Alê Sanî li rex civîna duh a wezîrên karên derve yê yên welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê tekez kir ku welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê hewcedarê peywendîyên baş ligel Têhranê ne û dîyar kir, Duha piştgirîyê dide her cure gotûbêja Îranê û Konseya Hevkarîya Kendava Farsê.

Komara Islamî ya Îranê hertim ser xala gotûbêj û rêzgirtina li serwerî û cînaretîya baş li navçê sekinîye û meyla xwe bo peywendîyên mentiqî, guncav û hevseng ligel hemî cînaran ragihandîye.

Îran ser vê bawerê ye ku yekem pêngav jibo bihêzkirina atmosfera hevkarî û danûistandina kêrhatî ya welatên navçê, kutakirina buxtanan û idiayên kêrnehatî li bara rastîya rola kêrhatî û istiqrarçêker a Îranê li navçê ye ku nayê inkarkirinê.

Erebistan, Kuweyt, Imarat, Qeter, Behrêyn û Uman 6 welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu