CîhanEwropaNûçe

Li Meksîkayê serê her 15 deqiqeyan kesek tê kuştin

Li Meksîkayê ji ber şerê hêzê yên baronên hişbirê serê her 15 deqîqeyan kesek tê kuştin. Tenê di meha cotmehê de 3 hezar însan hatin kuştin. Bûyerên tundûtujî ji aliyê meksîkiyan ve hat protestokirin.

Li gorî nûçeya DW Tirkî ku dispêre daneyên Wezareta Navxweyî ya Meksîkayê, tenê di meha Cotmeha 2017an de 2 hezar û 764 bûyerên kuştînî ketin qeydiyan, di tevahiya sala 2017an de 23 hezar û 968 kes hatin kuştin.

Di dîroka Meksîkayê de bûyerên kuştînî herî zêde di sala 2011an de pêk hatibû, lê kuştinên 2017an ji yên sala 2011an jî derbas kir. Kuştinên Meksîkayê zêdetir ji bo hêzê di navbera baronên hişbirê de pêk tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu