Wezîrê karên derve yê Qeterê roja Çarşemiyê tevî pêgiriya lis er vêya ku boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê dê tu encam û bandora erênî tunebe, got: Ev boykot nabe ku werin domandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Qeterê, Mihemed bin Ebdulrehman Alê Sanî di civîna Dora şanzdehem a Komcivîna Wezîrên karên derve yên Civata Gotûbêja hevkariya Asyayê (ACD) li Dûheyê bal kişande ser biryara Amerîkayê ya rakirina miafbûna hin bikirrên nifta Îranê ji ber boykotan û got: Nabe ku Waşîngton boykotên dijî Îranê dirêj bike ji ebr ku bandoreke nerênî li ser welatên bikirrê nifta Îranê datîne.