NûçeRojhilatanavinSûriye

Dibistanên taxa Şêxmeqsûda Helebê têne vekirin

Li gorî zanyariyên berdest, piştî demeke dirêj ji qutbûnê, ji bo vekirina dibistanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê amadekarî têne kirin.Li ser daxwaziya Buroya Perwerde ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Şaredariya Gel a taxê dest bi sererastkirin û paqijkirina dibistanên ku dê ji bo sala nû ya perwerdehiyê werin vekirin kir.

Dibistanên ku îsal dê werin vekirin û amadehiya vekirinê li wan tê kirin ev in: “El-Berra Bin Malik, Aya Qasim, Rifet Hacî Serî û Alan Mihemed.” Yek ji berpirsên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Buroya Perwerde Alfet Hesen diyar kir ku wan par gelek zehmetî kişandin, wê demê ji bo ewlehiya mamoste û şagirtan 6 mehan dibistan hatin girtin. Alfet Hesen bal kişand ku wan dest bi amadekariyên vekirina dibistanan kiriye, navên xwendekaran qey dikin û got ku gelek şagirtên nû tên û navên xwe qeyd dikin. Berpirsa komîteyê ragihand ku wekî her welatiyekî Sûriyeyê hêvî kir ku ev sal cudayî par be û ev topbarana li ser taxê were sekinandin da ku xwendekar bi hêsanî perwerdehiya xwe bibînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu