ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Qeterê hin belge aşkira kirin ku nîşan didin Erebistan û Imarat piştgirîyê didin têrorîstên Al Qaide û DAIş`ê yên li Yemenê

Balyozxana Qeterê li Waşîngtonê di 26`ê Cotmehê da hin belgeyên dîplomatk dan ber destê Mihemed Ibnê Evdilrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê.

Kanala Al Meyadînê (Al Mayadeen) îro ragihand ku ew belge nîşan didin ku Mihemed Ibnê Selman welîehdê Erebistanê û Mihemed Ibnê Zayid Alê Nehyan welîehdê Imaratê piştgirîyê didin hin serkirdên têrorîstên Al Qaide û DAIŞ`ê yên li Yemenê.

Li belgeyên aşkirakirî ji zarê Adam Zobîn (Adam Zubin) alîkarê wezîrê xizînedarîya Amerîkayê li karên têrorîsmê hatîye, Ibnê Selman û Ibnê Zayid têkilîyeke berdewam bi Elî Ebker Hesen û Evdile Feysel Hedel ên yemenî re ku navê wan di lîsteya Amerîkayê ya kesên têkildarê rêxistîya têrorîst a Al Qaidê de heye, hebûne.

Alîkarê wezîrê xizînedarîya Amerîkayê herwiha ji ber têkilîya Ibnê Selman bi koma tundrê ya Al Qaidê û komên têrorîst ên din re ew jî bêyî hevdengîya ligel Waşîngtonê dilgiranîya xwe nîşan daye û basa nerazîbûna Amerîkayê ji berfirebûn û pêketina Al Qaidê li Yemenê û welatên derdora wî kirîye.

Di wan belgeyan de hin hûrgilîyên çalakîyên du serkirdên Al Qaidê û herwiha alîkarîyên darayîyê yên rasterast ên Xalid Ibnê Elî Ibnê Evdila Hemîdan serokê Sazîya Lêzanîn û Ewlehîya Erebistanê bo Elî Ebker hatine raberkirin.

Erebistan, Imarat, Behrêyn û Misrê ji 5`ê Hezîranê ve peywendîyên xwe yên dîplomatîk ligel Qeterê birrîne û bi idiaya piştgirîya Qeterê ji têrorîsmê, ev welata dorpêç kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu