ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Erebistan ji bankên biyanî dirêv deyn dike

Banka HSBC`ya Inglîsê roja pêncşemiyê ragihand ku Erebistana Siûdiyê di yekem deynkirina xwe ji bazara navneteweyî diravekî kêmdîtî yê bi qasî 17 miliyar û 500 miliyon dolarî ji vê banka inglîsî deyn kiriye.

Sindoqa navneteweyiya dirêv vê dawiyê bi raporekê ragihand ku Erebistana Siûdiyê di dawiya îsal da tûşî kêmbûna bûdceyê bi qasî derdora 100 miliyar dolarî dibe.

Asta deynên rasterast ên dewleta Erebistanê heta meha Tebaxa sala 2016`an gihîştiye derdora 73 miliyar dolarî ku 63 miliyar dolara wê deynên navxweyî û 10 miliyar dolara wê jî deynên derveyî ne ku ev deyn ji ber piştgiriya malî ya Alê Siûd ji têrorîstan, şerê Yemenê û xercên bêsînor ên desthlatdarên siûdî ye.

Kêmbûna bûdceyê, qeyrana Birrepereyê (kombûna dirêv li bazarê û destê xekê), daketina Bûrs (Exchenge) û bi giştî pirsgirêkên malî li pergala bankî ya Erebistanê di heyama du salên buhurî da hemû encama komploya rêjîam siûdiyê ji bo kêmkirina bihayê cîhanî yê niftê ji bo lêdana ziyanê li welatên hevrik û dijî siyasetên navçeyî yên vî welatî wek Îran û Rûsiyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu