IraqNûçeRojhilatanavin

Qewimîna du teqînên têrorîstî li paytxta Iraqê / heta niha 87 kes kuştin û birîndar

Di encama qewimîna du teqînên têrorîstî li êrîşa du xwekujan li navenda Bexdaya paytexta Iraqê, heta niha 87 kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Li gorî rapora Fars News`ê, rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand: “Ev du teqîn sibeha îro anku Duşemiyê li taxa Sahet El Teyran (Meydana Firokevaniyê) li Bexdayê qewimîn“.

Kanala têlêvîziyoniya Al Alamê ragihand ku ji ber van du teqînên xwekujiyê li navenda Bexdayê, 21 kes hatine kuştin û 66 kes jî heta niha birîndar bûne.

Malpera Shafagh News`a Iraqê jî sedema teqînê, xweteqandina xwekujan da zanîn û nivîsî: “Ev du xwekuj bi awayê hevdem çûn nav karkerên Meydana Firokevaniyê (Sahet El Teyran) û xwe teqandin“.

Li gorî vê raporê, ji ber xedarbûna rewşa hin birîndaran, renge hejmara kesên kuştî zêdetir bibe.

Başa dön tuşu