EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afxanîstanê teqîn: 4 mirî 20 kes jî birîndar bûn

Li devera Canî Hil a Wîlayeta Pektiya ya Efxanistanê teqînek çê bû û di endamê de 4 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, teqîn di encama danîna bombeyekê ku ji dûr ve hat teqandin pêk hatiye

Qayimeqamê Cani Hilê, Malik Zahir Xan derbarê bûyerê de diyar kir ku bombe bi motorsikletekê ve hatiye girêdan û li nav sûka Cani Hil, bi kumandayê ji dûr ve hatiye teqandin.

Malik Xan eşkere kir ku di encama vê êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Heta niha tu kes berpirsyarî bombeye negirtiye serxwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu