IraqNûçeRojhilatanavin

Çend depoyên çekan ên terorîstan li Mendeliya Iraqê hatin dîtin

Dayira giştî ya istixbarata ewlehiyê ya Iraqê li daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên istixbaratî yên parêzgeha Diyaliyê li rojhilata Iraqê, depoyeka çek û madeyên teqandinê peyda kirine.

Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin ku leşkera yekem a Artêşa Iraqê û yekîneyên istixbaratî yên bajarê Mendeliya parêzgeha Diyaliyê karîn depoyeka madeyên teqandinê zevt bikin.

Di encama vê operasyonê de gelek mayîn, narincok û mûşekên Katyûşa, alavên kontrolkirina ji rêya dûr ve bona teqandina kembera teqandinê û gelek amadeyên ji bo çêkirina bombê hatine zevfkirin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Iraqê ligel yekîneyên din ên ewlehiyê, mideha çend rojên buhurî, karîn li operasyonekê bi dehan paşdamaiyn DAIŞ`ê bigirin û çend depoyên çekên sivik û navîn li dorhêla parêzgeha Diyaliyê zevt bikin.

Li dû ragihandina bidawîhatina DAIŞ`ê ji hêla leşkerî ve, operasyona paqijkirina navçeyên azadbûyî ji paşdamaiyên DAIŞ`ê, tûnêlên binerdî û veşartgehên DAIŞ`ê li cihên curbciur ên li bakûr û rojhilat û rojavayê Iraqê ketiye nav destûrxebata hêzên hevpar ên vî welatî.

Başa dön tuşu