IraqNûçeRojhilatanavin

Qonaxa nû ya operasyona azadkirina Mûsilê destpê bû

Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku qonaxa dudiyan a operasyonê ji mêhwera bakur li çarçowa operasyona eskerî ya niha jibo azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê destpê bû.

 Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku Yekînên artêşa Iraqê li mêhwera bakurê Mûsdilê îro cihanîna  qonaxa dudiyan a operasyona  xwe ser navê Qadimûn  ya Neynewayê destpê kirin. Ev qonaxa  bi pêşdeçûna ber bi bajarê Telkîfê li derdora  bakurê Mûsilê li rojhilata  çemê Dîcleyê ye ku bajarê bi du beşan par ve dike.

Çavkaniyeke ewlehiyê li operasyona  azadkirina Neynewayê ji ajansa nûçan a Waê re got : Artêşa Iraqê derbasî du taxên Sedam û Koykîzê ji yekem taxên ser bi Mûsilê piştî revîn û şikesta  terorîstan  bûne.

Her wiha hêzên iarqî hin gund û anvçên ser bi Mûsilê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu