CîhanNûçeRojhilatanavin

Qonaxa şeşan a dengdana bijartina parlimanteran li Hindê

Komîteya Hilbijartinên Hindê ragihand ku qonaxa şeşan a dengdana bijartina parlimanteran li 7 eyaletên vî welatî hat lidarxistinê.

Li gorî ragihandina Komîteya Hilbijartinên Hindê, berbijarên hilbijartinên parlimana vî welatî li 7 eyaletan jibo bidestxistina 59 kursîyên parlimanê ketin rikeberîyê.

Li gorî vê raporê, dengwergirtina jibo kivşkirina çarenûsa 60 kursîyên mayî jî wê di 19`ê Gulanê de destpê bibe. Hejmartina dengan jî wê di 23`yê Gulanê de destpê bibe.

Qonaxa yekem a hilbijartinên Parlimana Hindê di 11`ê Nîsanê de li 18 eyaletan, qonaxa duyem di 18`ê Nîsanê de, qonaxa sêyem di 22`yê Nîsanê de, qinaxa çarem di 29`ê Nîsanê de û qonaxa pêncan jî di 6`ê Gulanê de hatibûn lidarxistinê.

Başa dön tuşu