ÎranNûçeRojhilatanavin

Welatên islamî heke dixwazin ser bikevin, divê bibin yek û di rêyekê de pêngavan rakin

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser alûgurên deverê navçê û got: Welatên islamî heke dixwazin ser bikevin, divê bibin yek û di rêyekê de pêngavan rakin.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro danê êvarê got: Heke dewletên islamî yên piştgirê welatên rojavayî kêmek ji xercên ku ji bo welatên rojavayî mesref dikin di rêka têkoşîna li hemberî zorbêjî û koledarîyê de xerc bikirana, roja îro Rêjîma Sîyonîst nediwêrî hereketeke wiha bike.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bi gotina vîya ku bila welatên rojavayî bizanin ku di rewşa dagirkirina her welatekî de yê silamet nemînin, ragihand: Yek ji rîşeyên têrorîsmê, morala dagirkerîyê ya amerîkîyan e.

Larîcanî bal kişand ser şîyan, hêz û nifûza Komara Islamî ya Îranê li navçê û got: Rûmeta ku roja îro Komara Islamî ya Îranê li navçê heye, ser bingeha pêbendîya li isûlên islamî bi dest ketîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu