GenelIraqNûçeRojhilatanavin

Qonaxa sisiyan a opersyona azadkirina Felûceya Iraqê destpê bû

Hêzên iraqî ji bo qonaxa sisiyan a opersyona azadkirina Felûceyê li rojava vî welatî amade dibin.

Li gorî rapora televîzyona El-Hudesê, artêş û hêzên gelaniye Iraqê roja duşemiyê bo chanîna qonaxa sisiyan a opersyona azadkirina Felûceyê li parêzgeha Enbarê, rojava Iraqê ji sê mêhwerên sereke derbasî navenda bajarê Felûceyê bûn .

Serleşkir Hadî Rezîc cîgirê opersyona azadkirina bajarê Felûceya Iarqê got ku piştî kemilandina du qonaxên vê opersyonê, bi pêşdeçûnên hêzên çekdar li Felûceyê em ê ji polîsê federal, hêzên berteka destxwe, artêşa Iraqê û hêzên besîca gelanî jî li qonaxa sisiyan a azadkirina Felûceyê îstifadeyê bikin.

Vî fermandeyê artêşa Iraqê ragihand ku hêzên polîsê Enbarê berpirsyariya dabînkirina ewlehiya bajarê Felûceyê piştî paqijkirina tam a vî bajarî ji terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê dê bigrin istûyê xwe .

Fermandê polîsê federal a Iraqê jî ragihand pira peywendiyê navbera navçeya El-Seqlawiyê û bakurê bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê ketiye bin kontrola artêşê û hêzên gelaniye Iarqê.

Opersyona mezin a azadkirina Felûceyê ku ji duşemiya hefteya buhurî ve ser fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê giştî yê hêzên iraqî destpê bû û qonaxa ewil û dudiyan a vê opersyonê serketî cih hat (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu