Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê duh ji zarê fermandarê operasiyona azadkirina Huweycê serleşkerê erkantiyê Ebdulemîr Reşîd Yarellah ragihand ku Yekîneyên polîs, hêzên reaksiyona lezgîn û yekîneyên curbicur ên Heşda Şebî karîn ku deverên Kehare, Şîrawe, Fewce, Kenûsa bakûrê û Kenûsa Başûrê, Xerabe Zerd û 14 gundên din li qonaxa yekem ji destê DAIŞ`ê derxin û ala Iraqê li wir rakin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî serkevtinên hêzên curbicur ên Iraqê li bereyên curbicur bi taybet li Huweycê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)