IraqNûçeRojhilatanavin

Qonaxa yekem a opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê serketî bi dawî bû

Fermandarê hêzên şerê dijî têrorê yên Iraqê qala bidawîhatina qonaxa yekem a opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê kir û got: Qonaxa duyem a vê opêrasiyonê dê bi armanca gihîştina Çemê Dicleyê bi zûtirkê dest pê bibe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê El Alemê, Jênêral Evdilxenî El Esedî fermandarê hêzên dijî têrorîê yên Iraqê roja îniyê li hevpeyivîna digel kanala têlêvîziyoniya Al Sumeria`yê got: Bi serdestiya li ser navçeya El Teimîm û navçeyên mayî ji Qadisiya Yekem, qonaxa yekem a opêrasiyona rizgarkirina parêzgeha Nêynewayê bi dawî bûye.

Jênêral Evdilxenî El Esedî got: Tenê çend navçeyên dorpêçbûyî mane ku roja şemiyê dê bên azadkirin.

El Esedî rezamendiya xwe ji serketinên pêkhatî di heyama çend rojên buhurî da diyar kir û her viha got: Hêzên iraqî li vê opêrasiyona bi ser ketin, bi awayekî ku koma têrorîst a DAIŞ`ê tam hesta têkçûnê dike.

Opêrasiyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ji berbanga 17`ê Cotmeha 2016`an li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê dest pê bû û heta niha beşin berfire ji vê parêzgeha bakurî ya Iraqê hatine azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu