ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Qral Selman kurê xwe danî cîhê prensê welîahd

Qraliyeta Erebîstana Siûdî bera prensê welîahd Muhammed bin Nayif da û li şûna wî kurê Qral Selman Muhammed bin Selman anî cihê wî.

Muhammed bin Selman di heman demê de wê Cîgirtiya Serokwezîr jî bidomîne û dê pozisyona xwe ya Wezîrtiya Parastinê jî biparêze. Selman ji operasyonên Erebîstana Siûdî yên ku li Yemenê dide meşandin berpirsyar e.

Li gorî nûçeya televîzyona El Arabiya, Qral Selman îşev li Mekkeyê ji bo sondxwarina dilsoziyê bangî Muhammed bin Selman kir.

Muhammed bin Nayif Wezîrê Navxweyî yê Siûdî bû û bi salan dirêj şefîtiya tekoşîna dijterorê meşand. Nayif ji Wezîrtiya Navxweyî jî hat qewirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu