CîhanNûçeRojhilatanavin

Qralê Urdinê Evdilayê 2yemîn li Misrê ye

Qralê Urdinê Evdilayê 2yemîn çû Misrê û bî Serokomarê Misrê Evdilfetah es-Sîsî re hat bal hev.

LI gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misrê, Qiral Evdilla û Sîsî li qesra Îttihadiyeya li paytext Qahireyê hatin bal hev. Di hevdîtinê da qeyrana Sûriyeyê, mijara Filistînê û mijarên herêmî û navneteweyî hatin nirxandin.

Hat ragihandin ku Qral Evdilla û Sîsî ragihandin ku ji bo qelandina terorê xebatên navneteweyî pêwîst in. Her wiha di mijara Filistînê de jî bi rêveberiya Donald Trump re divê çareseriyeke dudewletî ji nû ve bê mizakerekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu