IraqNûçeRojhilatanavin

Qubad Talebanî: Hêvî dikim serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soza xwe ya şandina mûçeyên karmendan û vekirina balafirgehan bicih bîne

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî ragihand ku hêvî dikim serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soza xwe ya şandina mûçeyên karmendan û vekirina balafirgehan bicih bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî li Silêmaniyê dema serdana  çend projeyan li koma nûçegihanan têkildarî qebûlkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê û şandina miaşên karmendan got: “Heyder Ebadî ji bo şandina miaşên karmendan soz da. Eger vê soza xwe bicih bîne û miaşên karmendên wezareta tendirustî û perwerdeyê bişîne, em ê jî wek hikûmet berî Newrozê miaşên karmendên wezaretên din bidin”

Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “190 hezar karmendên girêdayî wezaretên tendirustî û perwerdeyê hene. Hêvî dikim Ebadî soza xwe bicih bîne.”

Bi biryara dewleta navendî ya Iraqê, balafirgeh û derîyên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê nemaze geştên navnetewî li balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê ji dawîya Îlona sala 2017`ê ve û bi dû lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê hatin girêdanê.

Herêma Kurdistana Iraqê di sê salên buhurî de bi awayekî serbixwe nift firotîye lê, nikare miaşê karmendên xwe bide û mideha sê salên buhurî de bi dehan grev û xwenîşandanên nerazîbûna li hemberî vê rewşê hatine lidarxistin.

Başa dön tuşu