IraqNûçeRojhilatanavin

Qubad Talebanî: Pesindkirina proje-qanûna çaksaziyê babetek nîne ku ser mezad were kirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî got: Piştî gotûbêjên têr û tesel yên di navbera serokê Herêmê, min û wezîran kes nikare pesindkirina vê pêşniyar-qanûnê ser navê xwe bide nasandin û ev ji wan re nabe destkevt.

Qubat Talebanî li rûpela xwe ya Facebookê nivîsiye: Bingeha vê projeyê kabîna heştem ya hikûmeta herêmê ye ku wek karnamek li dosya wê ma bû û encumena wezîran vê carê bi wezîfenasiyeke zêde û bi hevkariyê ev projeya kemiland û deng li ser hate wergirtin.

Telabanî li ser pesindkirina proje-qanûna hanê bal kişand ser vê yekê ku serokê hikûmetê û wî û gişt wezîrên hikûmetê ji gişt alî û partiyên di nav hikûmeyta Herêmê û sekreter û serokê dîwana encumena wezîran ser vê projeyê bi awayekî têr û tesel gotûbêj kirin da ku ev proje qanûna li civîna kabîneya wezîran hat pesindkirin , vêca eva nabe destkevt ji aliyek bi tenê û tiştek nîne ku ser mezad were kirin.

Ev proje-qanûna niha gihêştiye ber destê parlemana Herêmê û  Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: Em hêvîdar in bi ruhê wezîfenasiyê û hevkariyê herwek ku di navbera encumena wezîran bû pesindbûna vê proje-qanûnê parleman jî wisa li ser wê tev bigere û wê pesind bike. 

Başa dön tuşu