ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Şazadeyên girtî yên Siûdî ji civaka cîhanî alîkariyê dixwezin

Şazadeyên girtî yên Siûdî ji civaka cîhanî, xwestin li rex şopandina mijara kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegir ê erebistanî, mijara girtina şazade û çalakvanên civaka medenî ya vî welatî jî werin şopandin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, rojnama dervenavçeyî ya El Quds Ul Erebiyê, roja duşemiyê nivîsî: Şazadeyên girtî yên siûdî, li dû kuştina Xaşiqçî, ji tirsa canê xwe alîkariyên navnetewî dixwezin.

Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegir ê siûdî, 2`ê Cotmehê, piştî seredana li konsûlxana Erebistanê ya li Stenbolê, bêserûşûn bû û dewleta Siûdî piştî 18 rojan bêdengiyê û derewzanîna kuştina wî, serê axir li bin zextên civaka cîhanî, sibeha roja şemiyê 20`ê Cotmehê ragihand ku Xaşiqçî li konsûlxana vî welatî hatiye kuştin.

Li gorî vê raporê, hejmarek ji şazadeyên payebilind ên siûdî ji wan şazade Mihemed Bin Nayif û şazade Welîd Bin Telal û Mutib Bin Ebdulah ku li ser fermana Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê, hatine girtin niha di hebsa malê da ne û çarenivîsa hinek ji wan jî nediyar e.

Li yek sala buhurî bi taybet piştî bijartina Mihemed Bin Selman, wekî welîehdê Erebistanê ku siyasetên Amerîka û Rejîma Siyonîst li navçê dişopîne, bi dehan kes ji bazirgan, ruhanî, şazade, alim, helbestvan, mamostên zanîngehê û çalakvanên medenî bi taybet hejmarek ji jinên vî welatî hatine girtin.

Başa dön tuşu