NûçeRojhilatanavin

Qurbaniyên keştiya koçberan ku duhî binav bibû zêde dibin

Duhî li peravên Misrê keştiyek bi sedan penaber têde bûn û noqî binê avê bibû, heta niha zêdeyî 42 cesed ji deryayê hatin derxistin.

Keştî li rojhilatê Îskenderiyeyê ku li peravê Derya Spî ye, noqî binê avê bibû. Li gorî hin çavkaniyan 300, li gorî hin çavkaniyên din jî 600 penaber di vê keştiyê de bûn. 150 jpenaberên ku di keştiyê de bûn duhî êvarê hatibûn rizgarkirin, lê belê 42 cesed ji nava avê hatin derxistin. Fikar hene ku piraniya penaberên di keştiyê de xeniqîbin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu