Muhemed Teqî El-Mola, nûnerê parlemana Iraqê li hevdîtina Zeyneb Bankora berpirsa taybet a NY li karûbarên tund û tûjiyên cinsî li nav şêr, li bara jinên êzdî, şîe, tirkmen û xiristiyanî ku ji aliyê DAIŞ`ê li Iraqê hatine rewandinê, gotûbêj kir û ser pêwîstiya zêdekirina alûîkariyên navneteweyî jibo rizgarkirina van jinan tekez kir.
Zeyneb Bankora berpirsa taybet a NY li karûbarên tundû tûjiyên cinsî li şêr jî bal kişand ser avakirina du navendan jibo dermankirina jinên ku ketien ber şîdetê û jinên ku ji destê terorîstên DAIŞê revîne ji kumîta parlemanî ya mafên mirovan xwest ku ev du navend di cuxrafiyayên pêkan de bên damezrandin ku bikaribin xizmetên zêdetir bighînin jinên hanê.
Midehek berî niha , piştî kuştina yek ji endamên tekfîrî yên DAIŞê li bajarê Şerqatê li başûrê Mûsilê, telefona wî ket destê iraqiyan û têde vîdyoyek li bara firotina jinên êzdî li Erebistanê hat peydakirin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê sala 2014an piştî dagirkirina Mûsilê, bi hezaran jinên êzdî rewandin û bi dsedan kes ji wan wek hêsîrên cengê li bazara hêsîrfiroşan firotin.
Firotina van jina li Erebistanê nîşan dide ku grûpa terorîstî ya DAIŞê çiqas di nava civaka siûdiyan de nifûza wê heye.