NûçeRojhilatanavin

Hejmara kuştîyên êrişa li Misrê giheşte 305 kesî

Hejmara kuştîyên êrişa têrorîstî ser mizgevta Rewze li bajarê Erîşê li parêzgeha Sînaya Bakûr a Misrê, giheşte 305 kesî ku 27 gorîyên vê êrişê zarok in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, dozgerê Misrê ragihand ku hejmara kuştîyên ji ber êrişa têrorîstî ya li çola Sînayê giheştîye 305 kesan û 120 kes jî birîndar bûne.

Li gorî gotina dozgerîya Misrê, nêzî 25 heta 30 têrorîstên ku alaya DIŞ`ê rakiribûn, êrişî mizgevta Rewze li Bêir Ebdê li bajarê Erîşê kirin.

Çavkanîyên eşîr jî ragihandin ku kesên çekdar bi 4 maşînan dor li mizgevtê girtin û piştî teqandina bombê, nimêjkir dan ber gulleyan.

Evdilfetah Sîsî serokomarê Misrê piştî vê êrişê got: Bûreya li Sînayê hewldanek ji bo têkbirina vîna me ya têkoşîna li hemberî têrorîsmê bû lê, Misr wek wekîlê navçê û cîhanê yê têkoşîna li hemberî têrorîsmê bidomîne.

Bi dû vê êrişa têrorîstî rayedarekî filistînî li Zîvala Xezê got: Misrê îro bi fermî ragihand ku deriyê sînorî yê Refehê ku biryar bû îro bê vekirinê vê gavê nayê vekirinê.

Başa dön tuşu