CîhanEwropaNûçe

Rageşiya Rûsya-Ukraynayê kûrtir dibe

Artêşa Rûyayê ragihand ku ewê pirtir mûşekên dijî firokan li sîstema xwe ya berevanîyê li herêma Qirimê bi cîh bike.

Îro Artêşa Rûyayê ragihand ku ewê pirtir mûşekên dijî firokan li sîstema xwe ya berevanîyê li herêma Qirimê bi cîh bike.Artêşa Rûsyayê piştî krîza roja yekşemê hat ku hêzên Rûsyayê dest danabûn ser sê keştîyên Ukraynayê yên li Deryareş û hemî karmendên nav wan gemîyan desteser kiribûn.

Rûsya deryavanên Ukraynî tawanbar kiribû ku bi qaçaxî ketine nav avên Rûsyayê û hişyarîyên nobedarên parastina tixubî yên Rûsî piştguh kirine, lê Ukrayna ew îdia red kiribû.

Dadgeheke Qirimî roja sêşemê biryar dabû ku 12 ji 24 deryavanên desteserkirî bi qasî du mehan werin zindan kirin û yên din jî li ber e îro derkevin pêş dadgehê.

Piştî alozîyên dawî, hikûmeta Ukraynayê rewşa awarte ya leşkerî ragihandibû û Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko gotibû ewê welatê xwe li hember êrîşkarîya Rûsyayê biparêzin. Welatên Ewrupa jî daxwaza toleyên nû li hember Rûsya dikin û Serokê Amerîka Donald Trump jî gotibû ku reng e ew hevdîtina ligel Putîn ya li Arjantînê betal bike.

Başa dön tuşu