NûçeRojhilatanavinSûriye

Ragihandina agirbesa pêncrojî li navçeya Hey El Weirê li Humsa Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan qala lihevkirina artêşa Sûriyê digel kesên çekdar ji bo pêkanîna agirbesa pêncrojî li navçeya Hey El Weirê li parêzgeha Humsê li rojavaya Sûriyê kirin.

Li gorî rapora El-Alemê, cihanîna agirbesê ji îro sêşemiyê va dest pê dike û wê heya dawiya roja şemiya din bidome.

Rûsiyê pêkanîna vê agirbesê misoger kiriye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu