IraqNûçeRojhilatanavin

Ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartina parlimanî ya Iraqê hat paşdaxistin

Ragihandina encamên dawiyê yên çaremîn hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku biryar bû roja Çarşemiyê were ragihandin, hat paşdaxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, Riyaz Bedran roja çarşemiyê hevrê digel endamên din ên vê komîsiyonê li konfêranseka çapemeniyê ragihand: Ji bo hilkolandina zêdetir a dengan li hin navçeyan her wiha negihîştina agahiyên hin sindoqan heta vê kêliyê ji wan neşandina dengan ji 186 navendên wergirtina dengan li parêzgeha Kerkûkê, encamên dawiyê yên Hilbijartinê dê heta du rojên din werin diyarkirin û ragihandin.

Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihand: Hejmartina dengên sindoqêîn ku encamên wan bi şik û guman bû, li cihê nîşangeha navneteweyî ya Bexdayê didome.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Başa dön tuşu