NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsya: Li Sûriyeyê leşkerên me nemirine

Wezareta Parastin a Rûsyayê îdiayên mirina leşkerên Rûs ên di wê helîkoptera li Sûriyeyê rastî gulebaranê hat de derewand.

Di daxuyaniya navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê de hat diyar kirin ku helîkoptereke ku malzemeyên alîkariya mirovî dibir gundekî 40 kîlomitro li bakurê rojava yê Palmîrayê ji neçarê daketiye erdê û hat gotin, “Milîtanan bi topên hewanê êrîş bir ser wî cihê ku helîkopter lê daket. Xisara di helîkopterê çêbû nêhîşt ku ew helîkopter vegere baregehê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu