ÎranNûçeRojhilatanavin

Ragihandina helwêstên zelal ên Îranê li civîna Astanê li bara Sûriyê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî li sêyemîn dewra muzakirên Astanê li bara Sûriyê, yekperçetiya erdê û parastina serweriya Sûriyê wek prensîpên bingehîn ên çareserkirina qeyrana vî welatî da zanîn.

 Huseyn Cabirî Ensarî,  Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî, roja pênşemiyê li sêyemîn dewra  muzakirên Astanê li bara Sûriyê got: Yekperçetiya erdê, parastina hakimiyeta neteweyî û mafê gelê Sûriyê jibo kivşkirina çaresenivîsa welatê xwe ji prensîpên çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye .

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî destnîşan kir: Armanca  gotûbêjên Astanê hêsankirina  muzakirên sûrî-sûrî jibo  gihêştina bo damezrandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê ye  û Îran , Sûriye, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirên van muzakiran, serketinên berbiçav  jibo kontrolkirina  qeyrana Sûriyê hebûne.

Cabêriyê Ensarî bal kişand ser vê yekê ku  mijarên  binpêkirina agirbesê li Sûriyê kêmtir bûne û bi hezaran kes ji awareyan vegeriyane  bajarên  cihê jiyana  xwe ji wan Helebê û tekez kir: Îranê tev  civaka navneteweyî kariye ku  alîkariyên mirovheziyê yên bêtir  bighîne destê welatiyên sûrî.

Alîkarêwezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û ereban diyar kir: Hewldanên Îran, Rûisye û Tirkiyê li lidarxistina  muzakirên Astanê, cihê kiryraên  berê yên  civaka Navneteweyî negirtiye, belkî wê dikemilîne.

Muzakirên Sûriyê li Astanê bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye ş hevkariya Tirkiyê, bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê  tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu