Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî li sêyemîn dewra muzakirên Astanê li bara Sûriyê, yekperçetiya erdê û parastina serweriya Sûriyê wek prensîpên bingehîn ên çareserkirina qeyrana vî welatî da zanîn.
Huseyn Cabirî Ensarî, Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî, roja pênşemiyê li sêyemîn dewra muzakirên Astanê li bara Sûriyê got: Yekperçetiya erdê, parastina hakimiyeta neteweyî û mafê gelê Sûriyê jibo kivşkirina çaresenivîsa welatê xwe ji prensîpên çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye .
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî destnîşan kir: Armanca gotûbêjên Astanê hêsankirina muzakirên sûrî-sûrî jibo gihêştina bo damezrandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê ye û Îran , Sûriye, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirên van muzakiran, serketinên berbiçav jibo kontrolkirina qeyrana Sûriyê hebûne.
Cabêriyê Ensarî bal kişand ser vê yekê ku mijarên binpêkirina agirbesê li Sûriyê kêmtir bûne û bi hezaran kes ji awareyan vegeriyane bajarên cihê jiyana xwe ji wan Helebê û tekez kir: Îranê tev civaka navneteweyî kariye ku alîkariyên mirovheziyê yên bêtir bighîne destê welatiyên sûrî.
Alîkarêwezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û ereban diyar kir: Hewldanên Îran, Rûisye û Tirkiyê li lidarxistina muzakirên Astanê, cihê kiryraên berê yên civaka Navneteweyî negirtiye, belkî wê dikemilîne.
Muzakirên Sûriyê li Astanê bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye ş hevkariya Tirkiyê, bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)