ÎranNûçeRojhilatanavin

Ragihandina lîsta bêsozîyên Amerîkayê jibo Koma 5+1`ê

Elî Şemxanî Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê şeva buhurî li koma nûçegihanan got ku ev lîsta meseleyên curbicur yên wek neyarîya li hemberî firotina balafiran, dayîna vîzeyê û peywendîyên bankî û daraîyê ligel Îranê digire ber xwe.

Şemxanî bi bîr xist ku Komara Islamî ya Îranê pêrgî alîyekî peymanşikên bûye.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li bara çavdêrîya sazîya FATF`yê (Sazîya Şopandina Şefaîyeta Danûistandinên Malî) jî got: Vê konseyê nirxandinek di vî warî da heye lê dema ku nirxandinên karzanên teknîkê yên vê konseyê ji alîyê rêberê giranqedir ê Inqilabê va hatin pejirandinê, yê bibin biryar.

Şemxanî herviha got kumeseleya çavdêrîya sazîya FATF`ê mijareke lihevalîyayî ye û divê jibo vî karî istiratêjî û destûrkar bê amadekirinê.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li dawîya xeberdana xwe got: Îranê bi qasê têrê bike qanûn jibo zelalkirina karên bankî, sekinîna li hemberî bikaranîna derhatên qaçax û sekinîna li hemberî dabînkirina çavkanîyên daraîyê jibo têrorîsmê hene û bi awayekî vebirr berovajî hin welatên navçê ku piştgirê aşkira û nihênî yên têrorîstan in, bi awayekî zelak kar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu