Çavkanîyekî li parlimana Iraqê navên hin wezîrên kabîna Adil Evdilmehdî serokwezîrê nû yê vî welatî ragihandin. Siyasetmedarê iraqî Ebdullah Zeydî jî ragihand ku di hikûmeta nû ya Iraqê de misoger bûye ku çar wezaretan bidin Kurdan.
Navenda Ragihandinê ya Parlemena Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku parliman dê îro di demjimêr 8`ê êvarê de bicive.
Medyaya fermî ya hikûmeta Iraqê jî ragihandiye, ku Adil Ebdulmehdî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, dê îro di demjimêr 6`ê êvarê de bi awayekî fermî pêkhateya kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike, daku di civînê de deng li ser were dayîn.
Li gorî rapora hin çavkanîyan, Cemal Kerbolî û Nûrî Makikî ji bo posta alîkarîya serokomar û Evdilhisên Ebtan ji bo posta alîkarîya serokwezîr hatine nasandinê.
Çavkanîyên iraqî herwiha ragihandin ku Samir Xezban ji bo posta Wezareta Berevanîyê, Mihemed Hekîm ji bo posta Wezareta Karên Derve, Falih Feyyaz ji bo posta Wezareta Karên Hundur û Fuad Hisên ji PDK`ê ji bo posta Wezareta Darayîyê hatine nasandinê.
Endamê Hevpeymaniya Gêşedan û Çaksaziyê ya ser bi Tevgera Hikmê Ebdullah Zeydî jî li koma nûçegihanan ragihand ku tevahiya aliyan alîkariya Serokwezîrê raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Adil Ebdulmehdî dikin.
Bi gotina Ebdullah Zeydî herî dereng dê heta roja yekşêma bê kabineya nû ya Iraqê bê ragihandin. Zeydî herwiha got: “Danûstandin li ser navên bo wezaretan bêne destnîşankirin berdewam e.”
Zeydî diyar kir ku di kabineya nû de 12 wezaret bo şîeyan, 6 wezaret bo sunneyan, 4 wezaret bo Kurdan û wezaretek jî bo xiristiyanan hate veqetandin.
Siyasetmedarê iraqî herwiha got: “Wezareta darayî, wezareta çavkaniyê avê, wezareta koçberan û wezareta geştyariyê wek pişka Kurdan hatine diyarkirin.”
Zeydî bîr xist ku navên bo wezaretê bêne pêşniyarkirin dê li parlamentoyê dengdan ji bo wan bê kirin û got: “Ez di wê baweriyê de me ku rewş ji bo wezareta navxwe û wezareta berevaniyê hinek guhertî be. Niha ji bo van herdu wezaretan dê ti nav neyên pêşniyarkirin. Piştî ku hemû alî li hev bikin namzedên serbixwe dê bêne pêşniyarkirin.