Ragihandina tazîdariya giştî li Îranê li dû hilweşyana avahiya Pilaskoyê
Li dû buyera hilweşyana avahiya Pilaskoyê li Têhranê û gorîbûna hejmarek ji erkdarên agirvemirandinê, taxima dewleta Îranê bi daxûyaniyekê sibê weke roja tazîdariya giştî ragihand.
Li teksta daxûayniya dewleta Îranê hatiye: Buyera tal û diltezîn a agirgirtin û hilweşyana avahiya Pilaskoyê li navenda Têhranê ku li encama wê hejmarek ji xelkê û vemirînerên êgir ên berpirsiyar û wêrek canê xwe ji dest dan an birîndar bûn, bû sedema xem û xudûkeke giran.
Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin: Piştî vê buyera diltezîn , cardinê fîdakarî û dilşewatiya vemirînerên êgir ên wêrek li ber çavê gelê Îran û cîhanê hat nimandinê.
Taxima dewletê ya Komara Îslamî ya Îranê li vê daxûyaniyê rêz ji fîdakarî û zehmetî û xizmetên vemirînerên êgir girt û jibo birînadarn hêviya tendrustiyê kir û serxweşî gote malbatên goriyên vê buyerê.
Di eynî demê de, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî roja înê piştî buyera avahiya Pilaskoyê li peyamekê serxweşî gote malbata cangoriyên buyera diltezîn a agirgirtina avahiya Pilaskoya Têhranê û destnîşan kir: wêrektî û fîdakariya vemirînerên êgir li operasyona gihandina alîkariyê û rizgarkirinê, dil û canê her mirovekî dihejîne bo pesinadina wan .
Serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê li vê peyamê gotiye: xortên wêrek ên gelê Îranê li vê hemaseyê şûne şerê êgir û bêguman dê nav û dengê wan heta hetayê di dîrokê de bimîne.
Li gorî gotian Celal Melikî berdevkê Rêxistian vemirandina êgir û xizmetên hêminiyê yên şaredariya Têharnê, ji ber giranbûna awara avahiya kavilbûyî ya Pilaskoyê, û gurriyên veşartî û têna zêde, zindî mayîna kesên astengbûyî pir muhtemel nayê xûyanê.
Siba roja pênşemiyê li encama buyera agirgirtinê û hilweşyana avahiya Pilaskoyê hejmarek ji erkdarê Rêxistina vemirandian êgir a Îranê canê xwe ji dest dan an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)