CîhanNûçeRojhilatanavin

Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte li başûrê welat li eyaleta Mindanaoyê rewşa awarte îlan kir

Berdevkê Serokatiya Dewletê Ernesto Abella di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê Marawî yê eyaleta Mindanaoyê ji bo ku hewla aloziyê hebû li herêmê 60 rojî rewşa awarte hatiye ragihandin. Milîtanên rêxistina Mauteyê bajarê Marawî dorpêç kiribûn.

Wezîrê Parastin ê Filipînê Delfin Lorenzana jî di axaftina xwe de ragihand ku li Marawiyê hêzên ewlehî berpirsekî terorîst kuştin lewma li herêma di navbera artêş û grûban terorîst de şer û pevçûn derketiye.

Delpin Lorenzana di berdewamiya axaftina xwe de got:Di êrişa milîtanên rêxistina terorîst a Mauteyê li hemberî hêzên ewlehî 2 û polîsek hatin kuştin û bi tevahî 12 hêzên ewlehî jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu