CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Partiya herî mezin a Sûdanê daxwaza dest ji kar kêşanê ji serokê dewletê dike

Partiya herî mezin a opozîsyona Sûdanê daxwaza dest ji kar kêşanê ji serokê welat dike.

Îro 03.01.2019ê Partiya Ummeya Netewî ya Sûdanê beyanameyek derbarê rewşa welat de belav kir.

Di beyanameya xwe de Partiya Ummeya Netewî ku Sadiq Mehdî serokatiya wê dike, daxwaz ji serokê Sûdanê Omer El Beşîr kir ku bi awayek lezgîn dest ji kar bikêşe.

Herwaha pîşekarên ku serpereştiya xwepêşandanan dikin, daxwaz li hemwelatiyên Sûdanê kir ku rojên în, yekşem û sêşemê yên heftiya bê, birijin ser şeqaman û dest bi xwepêşandanan bikin.

Hemwelatiyên piraniya bajar û navçeyên Sûdanê roja 19.12.2018ê li dijî giranbûna nirxê nan û nebûna kar û azadiyê dest bi xwepêşandan û nerazîbûnê kirin.

Bo bê deng kirina nerazîbûnan, hikûmeta Sûdanê biryara ragirtina xetên înternetê li seranserê welat û bikaranîna çek li dijî xwepêşanderan da.

Omer El Beşir sala 1944ê ji dayîk bûye û sala 1989ê bi darbe ango bi kudetayê hate ser desthilate û xwe wek serokê Sûdanê nasand û heta naha serokatiya wî welatî dike.

Başa dön tuşu