Rakirin û definkirina meytên şehîdan li bajarên curbcur ên Îrana îslamî
Îro û li roja Şehîdan, atmosfera hin bajarên Îrana îslamî bi hatina meyt û cenazê şehîdên bê nav û nîşan bêhan şehadetê xwe va girtin.
12 Adarê li rojhejmêra mêjûya Îranê wek roja rêzgirtina li Şehîdan hatiye bi navkirin. Li parzêgeha Gîlanê meytên paqij ên 12 şehîdên bê nav û nîşan bi beşdariya bi coş a gelê şehîdperwer û inqilabî yê vê parzêgehê li Reştê hatin rakirin û definkirin.
Meytên van şhîdana li bajarên Astaneya Eşrefiyê, Bender Enzelî, Rêzwanşehr, Masal û Şandermenê jî tên rakirin û definkirin.
Gelê qedirnas ê Bîrcendê li parzêgeha Xoresana Başûr jî maytên pqij ên 5 şehîdên bê nav û nîşan bi merasimekê defin kirin.
Meytên şehîdên tezepeydakirî yên serdema berevaniya pîroz jî îro li bajarê Toyserkanê li parêzgeha Hemedanê bi merasimekê hatin rakirin û li goristana şehîdên vî bajarî hatin definkirin.
Bere berê salvegera şehadeta hezreta Fatime Zehra (s), li parzêgehên Zencan û Qezwîn jî meytên 4 şehîdên bê nav û nîşan, li parzêgeha Xoresana Bakurî meytên paqij ên 4 şehîdên bê anv û nîşan û şehîdekî tezepeydabûyî yên serdema berevaniya pîroz hatin pêşewazîkirin.
Sibê jî meytên 14 şehîdên bê nav û nîşan li 8 navçên bajarê Têhranê û li bajarê Sariyê jî meytên du şehîdên bê nav û nîşan yê bi merasimekê bên definkirin.
Li gorî ragihndina komîteya peydakirina wendabûyiyên erkantiya giştî ya hêzên çekdar, meytên paqij ên 111 şehîdên dewrana berevaniya pîroz li 61 deran li 17 parzêgehan dê bên rakirin û definkirinê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)