ÎranNûçeRojhilatanavin

Rakirina vîzeyê di navbera Îran û Rûsîyê di rewşên taybet da

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku diqewime di rewşên taybet da vîze di navbera Îran û Rûsyayê da bê rakirinê.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro nûçeyên hin mêdya û rojnaman li bara rakirina vîzeyê di navbera Îran û Rûsyayê bi kêmasî û neteva da zanîn û got: Biryr e ku vîzeya tûrên seyranê di rewşên taybet di navbera her du welatan da bê rakirinê ku hela ev lihevkirina nehatîye wajokirin û cih ne hatiye.

Qasimî herwiha got: Hela hin pêngav heta lihevkirina tam ser rakirina vîzeya asayî jibo welatîyên Îran û Rûsyayê mane ku divê di demeke guncav da rayedarên têkildar ên her du welatan vê yekê hilkolînin û cih bînin.

Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê jî ragihand ku Îran û Rûsyayê dil hene rêketinameyekê wajo bikin ku li gorî wê tûrîstên her du welatan hecetî bi wergirtina vîzê tinebin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu