AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rapora Banka Cîhanî li bara kêmbûna ji sedî 64`ê ya deynên derveyî yên Îranê

Li ser esasa rapora teze ya Banka Cîhanî deynên derveyî yên Îranê di sala 2015`an da li gorî sala 2011`an ji sedî 64`ê kêm bûye. Banka Cîhanî li rapora xwe ya herî teze bihayê deynên Îranê di sala 2015`an da 6 miliyar û 322 miliyon dolar da zanîn û ligorî sala berî boykotên dijî Îranê di sala 2011`an derdora ji sedî 64`ê kêmbûnê nîşan dide.

Li ser easas rapora “Amara cîhanî ya deynan a 2017`an“, deynên derveyî yên îranê di sala 2011`an da beranberî 17 miliyar dolar û 344 miliyon dolarî bûye.

Li gorî vê raporê, deynên derveyî bo beşa derfirotina Îranê jî ji sedî 14`ê di sala 2011`an da heta sedî 6`ê di sala 2015`an da daketiye.

Deynên derveyî ji deynên giştî yên welatekî bo aliyên biyanî ra tê gotin û dikare deynên wergirtî ji bankên xusûsî yên derveyî, dewletên din û enstîtûyên navneteweyî yên mîna Banka Cîhanî û Sindoqa Navneteweyiya Dirêv bigire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu