NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgiriya Welîd Muelim li ser dewama hewildanên Sûriyê li şerê dijî têrorîsmê

Wezîrê karên derve yê Sûriyê li ser dewama hewildanên welatê xwe ji bo şerê li dijî têrorîsmê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), wezîrê karên derve yê Sûriyê, Welîd Muelim ragihand ku ev welata hewildanên xwe sa şerê li dijî têrorîsmê û çareserkirina qeyranê didomîne û mijara gotûbêjên Jênêvê dişopîne.

Wî li hevdîtina ligel cîgirê wezîrê hevkariyên navneteweyî yê Afrîqaya Başûr her viha got: Di heyama pênc salên buhurî da êrîşên hovane li dijî aramî û nijyara civakî ya Sûriyê pêk hatine. Komên têrorîst hewil didan bîrdoziyên tekfîrî bi saya piştgiriyên Tirkiye û Erebistanê û welatên din li Sûriyê berfireh bikin. Van welatan hewil dan ku pêvajoya şandina çeteyan ji dehan welatên biyanî bo Sûriyê hêsan bikin û ev yeka aştî, ewlehî û aramiyê li navçeyê û seranserî cîhanê dixe ber gefan.

Muelim destnîşan kir: Hewildanên civaka navneteweyî li dijî diyardeya têrorîsmê û kokbirkirina wê divê bibin yek. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu