AborîAsyaEfrîqaEwropaÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Rapora Meclisa Îranê li bara cihanîna Lihevkirina Navokî

Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê rapora xwe ya şeş mehî li bara cihatina Lihevkirina Navokî weşand.

Li gor vê raporê ku roja yekşemê hatiye weşandin û li meclisa Îranê hate xwendin, Îranê gişt soz û peymanên ku jêra li rêketina navokî diyar bûne, çi li warê sînordarbûna berwext a bernama navokî ya vî welatî û çi jî pêngavên ji bo çêkirina baweriyê li beşên curbicur ên bernama navokî cih anîne.

Li vê navberê de herçend ku rayedarên amerîkî îdia dikin ku soz û qirarên xwe yên li gor Lihevkirina Navokî cih anîne , hin beşên nav deshilatdariya vî welatî bi taybetî yên bi bandor hewldane ku ser riya cihanîna van soz û peymanên dewleta Amerîkayê astengiyan çêkin û li gelek babetan jî hewldanên wan bi encam bûne û vê yekê kar û kiryarên dewleta Amerîkayê derheq Lihevkirina Navokî xistine nav şik û gumanê û bûye sedema bê baweriyê derheq dewleta Amerîkayê.

Li gor rapora hanê dewleta Amerîkayê herî kêm li 11 babetan de terseyê Lihevkirina Navokî tevgeriyayê û boykotên nû yên terseyê naveroka Lihevkirina hanê li dij Îranê pejirandine.

Hevdemê weşandina rapora meclisa Îranê li bara cihanîna Lihevkirina Navokî birêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyê ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yukiya Amano roja şemê li hevpeyvîna bi rojnama Le Monde a Fransayê got ku Îranê gişt soz û peymanên xwe li gor Lihevkirina Navokî cih anîne. Berî viya jî Amano li sê raporên xwe yên demsalê ji bo Konseya Birêveberan a IAEA piştrast kiribû ku Îranê gişt soz û peymanên xwe li gor Lihevkirina Navokî cih anîne.

Ji holê rakirina boykotên li dij Îranê yên pêwendîdarê Bernama Navokî du berên xwe hene, bereke wê ji nav birina nijar anklu statûya van boykotan an bi gotineke din ji îbtalkirina biryarnamên derheq van boykotane e û berê din ji holê rakirina boykotan li pratîkê ye.

Îbtalkirina biryarnamên derheq boykotan yên li çarçova bernama navokî ya Îranê bû sedem ku gişt boykotên Konseya Ewlekariyê ya Rêxistna Neteweyên Yekbûyî li dij Îranê ku boykot û berbendên berfire li warên bankî, fînansî, sêgurte, tranzît û transport digirtin ber xwe ji holê rabibin û statûya wê ya teşkîlatî jî li çarçova komîteya boykotan ya biryarnama 1737 û tîma zêrevaniya ser boykotan jî hilweşe. Li vî halî de gotin û helwêstên  rayedarên amerîkî nîşan didin ku ew hîn dixebitin ku rewşa zext û zorê û boykotên li dij Îranê biparêzin.

Li vê mijarê de li gor dîtina rayedarên Amerîkî û Koşka Sipî dosiya  boykot û zextên li dij Îranê li sê babetên wekî Hêza Mûşekî ya Îranê, Mafê Mirovan û Mijara Xebata li dij Terorîzmê ya li gor bawera amerîkî hîn vekirî ye û eva wekî bijare anku alternatîvên ser maseyê hîn mane. Çawa ku wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry li zanîngeha Şîkagoyê bal kişand ser berdewamiya vê pêvajoyê û got: Amerîka boykotên li dij Îranê parastine.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî rojekê piştî cihatina Lihevkirina Navokî bi mihaneya bernama mûşekî ya Îranê navê hin kesayetî û kompaniyên nû li lîsteya xwe ya boykotan zêde kir û piştî viya jî wezareta derve ya Amerîkayê qayide û qirarên dijwar li warê dayîna vîzayê bo welatiyên ewropî ku sefera Îranê dikin berçav girtin.

Herwiha hin dadgehên Amerîkayê jî bi mihaneya kiryarên terorîstî hin hikmên qaşo dadweriyê dan ji bo destdanîna ser diravên blukebûyî yên Îranê li Amerîkayê ku eva jî babeteke din a li dij Lihevkirina Navokî bû.

Lihevkirina Navokî herçend ku gelek xal û babetên xwe yên erênî hene lê hin xalên nezelal û  kêmasî jî têda dikevin ber çavan.

Dema ku ev lihevkirina ji aliyê Îranê û welatên grûpa 5+1 îmza bû, rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah uzma Xamineyî li bersiva nama serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî derheq Lihevkirina Navokî bal kişand ser bêbawriya derheq hin welatên grûpa 5+1 û desnîşan kir ku divê naveroka Lihevkirin bi diqet û baldariyeke zêde were nivîsandin û li çarçova qanûnî ya pêşbînîbûyî cih bigire û rê li ber binpêkirin û bêsozî welatên ku ew îmza kirine were girtin.

Konseya Bilind a Ewlehya Neteweyî ya Îranê û Meclisa Şêwra Îslamî hin stratejî li vê mijarê de berçav girtin û li gor qanûna ku meclisê pejirand wezareta derve ya Îranê wezîfedar bû ku her sê mehan carê raporekê li bara cihanîna Lihevkirina Navokî amade bike bide ber destê Meclisê û Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê jî wezîfedar bû her şeş mehan carê raporekê li bara pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî amade bike û li meclisê bixwîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu