NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevhatina jibo cihanîna agirbesa sernaserî ya li Sûriyê

Erkantiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê, ji hevhatina jibo sekinandina kiryarên cengî û cihanîna agirbesa seranserî ya li vî welatî agahî da.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya Nûçeyan a Sûriyê (SANA), erkantiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, roja pêncşemê bi weşandina daxuyaniyekê bal kişande ser vê yekê ku ji nîviya şeva 30`ê Kanûnê ve, dê hemî karên leşkerî yên li vî welatî werin sekinandin û ragihand komên terorîst ên DAIŞ û Bereya El-Nusreyê (Feth El Şam) û hemî komên ser bi wan, derveyî hevhatina agirbesê ne.

Erkantiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, destnîşan kir armanca hevhatina agirbesa li vî welatî, xweşkirina rê jibo piştgiriya ji rêçareya siyasî ya jibo çareseriya qeyrana Sûriyê.

Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê jî ragihand hevhatina li ser agirbesa li Sûriyê, pêk hatiye û amadetî jibo destpêbûna gotûbêjên aştiya Sûriyê heye.

Serokomarê Rûsyê got nûnerên neyarên Sûriyê û dewleta vî welatî, bona hevhatina li vî welatî li hev kirine û Moskova wê belgeya çavdêriya li ser agirbesa li Sûriyê îmze bike.

Neyarên sûrî jî hevhatinama agirbesa giştalî ya li Sûriyê îmze kirine.

Ev hevhatina li halekê serê xwe girtiye ku bajarê stratejîk a Helebê, piştî çar sal û pênc mehan, 13`ê Kanûnê ji bin lepên terorîstan azad bû.

Azadkirina bajarê Helebê, şikesteka giran jibo terorîstan û piştgirên wan li Sûriyê bû û meselên siyasî yên li vî welatî guhertiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu