IraqNûçe

Operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê dest pê kir

Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê Mihemed Xizirî ragihand ku operasyona kontrolkirina Tileferê bi şêweyekî destpêkê, bi bombardûmana çeperên serbazî yên DAIŞ`ê dest pê kiriye.

Mihemed Xizirî îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku, “Piştî bidawîbûna operasyona Mûsilê, hêzên ewlekariyê dest bi amadekariyên operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê kirine. Bo vê armancê jî balafirên şêrr ên Iraqê, bi piştevaniya îstîxbaratî, dest bi bombebarankirina baregehên serbazî yên DAIŞ`ê li nav Tileferê kirine.”

Xizirî  derbarê beşdarbûna hêzên Heşdi Şeibî li operasyona Tileferê de jî got: “Di destpêka operasyona kontrolkirina Deşta Nêynewayê de, wate ji 17-10-2016`ê ve, hêzên Heşda Şeibî jî amade bûne û wan di vê heyamê de Tilefer bi temamî dorpêç kirine. Lê fermandarê operasyonên Nêynewayê, general Ebdulemîr Yarella dê biryarê bide ka Heşdi Şeibî beşdar bibe yan ne.”

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê biryar daye beriya operasyona navçeya Hewîce ya Kerkûkê, operasyona Tileferê dest pê bike.

Tilefer ketîye 70 kîlometrîya bakûrê rojavayê Mûsilê. Ev navçe 57 kîlometreyan ji sînorê Iraq, Tirkiye û Sûriyê dûr e. Li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Iraqê, di Mijdara 2010`an de hejmara nîştecihên navçeyê 281 hezar kes bûye. Piraniya nîştecihên Tileferê tirkmen in. Tilefer yek ji mezintirîn navçeyên Iraqê ye û di sala 2014`ê de kete destê têrorîstên DAIŞ`ê.

Başa dön tuşu