Genel

Rapora UNAMI`yê li bara goriyên meha buhurî li Iraqê

Nûnertiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) qala kuştina herîkêm hezar û sê kes û birîndarbûna 1159 kesî di meha Îlonê li Iraqê kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, UNAMI`yê roja şemiyê bi daxuyaniyekê ragiahnd ku hejmara welatiyên sivîl ên iraqî ku di meha Îlonê ji ber êrîşên mirinbar li vî welatî hatine kuştin gihîşte 609 kesî û hejmara welatiyên sivîl ku di mehê da ji ber tundî û peçûnan li Iraqê birîndar bûn gihîşte 951 kesî.

Ji ber tundî  ûpevçûnan di meha Îlonê da li Iraqê 394 kes ji hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 208 kes jî birîndar bûn.

Yan Kûbîş nûnerê taybet ê NY li Iraqê got: Rewş li Iraqê diltezîn e; Ji ber ku hem wisa hejmarek ji welatiyên sivîl li vî welatî li ber gefa kuştinê ne.

Li ser esasa rapora mehê ya UNAMI`yê, bi awayê navgînî her mehê herîkêm hezar welatiyên sivîl ên iraqî ji ber bombedanîn û êrîşên komên têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên Iraqê bi taybet Bexdayê tên kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu