IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Tevgera Nûcba ya Iraqê:Eger Sûriyê bixwaze emê Colan ji destê Israîl rizgar bikin

Tevgera Necba ya Iraqê demezrandina feyleqek nû bo rizgarkirina Colana Sûrî yak u, di bin kontirola Israîl de ye ragehand.

Derbarê wê feyleqa nû Berdevkê Tevgerê Haşim El-Mûsewî di kongreyeke rojnamevanî de li bajarê Tehran paytexta Îranê ragehand ku, piştî serkeftinên wan yê dawiyê, feyleqek bo rizgarkirina Colan Sûriyê hate damezrandin, da zanîn ku, eger Hikumeta Sûriyê ji wan bixwaze ew amadene Colan ji destê Israîlê rizgarbikin.

Herwiha berdevkê Tevgera Necba aşkere kir ku, ew bi ti şêweyî qebûlnakin ku, Welatên Islamî û yên Erebî bibin herêmên piçûk li himber Israîlê.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, ew ji Sûriyê dernakevin heta ku, terorist hene, aşkere kir ku, ew ji bo hemû pêkhateyan şer li Sûriyê de dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu