NûçeRojhilatanavin

Rastiya êrişên 11`ê Îlonê, gefeke jiyanê jibo Israîlê

Analîzorekî meseleyên siyasî got: Rastiya êrişên 11`ê Îlonê gefek dijî hebûna rêjîma Israîlê ye.

Mark Gêlên, analîzorê siyasî ehlê Amerîkayê îro li hevpeyvîna ligel PressTV`yê got: Helahela û propaganda medyayî ya vê dawiyê têkildarî rola ihtimalî ya Erebistana Siûdî li bûyera 11`ê Îlona 2001`ê bi armanca xalifandina raya giştî ji ser destverdana kûr a Israîlê li vê bûyerê pêk tên ku hebûna vê rêjîmê dixe ber xeterê.

Gêlên bal kişande ser daxwaza vê dawiyê ya Bêrnî Sêndêrz berbijarê Dêmokiratan li hilbijartinên serokomartiya Amerîkayê ji dewleta vî welatî jibo aşkirakirina rola Erebistanê li êrişên 11`ê Îlonê û got: Sêndêrz û yên din jibo aşkirakirina rastiyê xwe bo mijûlkirina ser vê mijarê neçar nakin belkî bi vê hegerê ku Donald Tramp berbijarê bihelahela yê Komarxwazan li hilbijartinên serokomariyê çend mehan berî niha ev mesela hilêxist, gotinên wiha dibêjin.

Vî şirovekarê siyasî pêkutî kir ku heke gelê Amerîkayê li rastiya mesela êrişên 11`ê Îlona 2001`ê û rola rasterast a Rêjîma Siyonîst li vê bûyerê bihesiyana, pêşeroja siyasî li Amerîkayê û piştgiriya vî welatî ji rêjîma Israîlê yê bi awayekî bingehîn biguhere ku ev mijara gefeke jiyanê jibo rêjîma Telavîvê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu