ÎranNûçeRojhilatanavin

Rawêjkarîya alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û Ûrsêtê têkildarî alûgurên têkildarî rêketinama navokî

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Heke garantîyên teqil û bêveger ji alîyê welatên wajokirê rêketinama navokî ve têkildarî dabînkirina berjewendîyên Îranê û cebirandina zyana ji ber vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinama navnetewî neyên dayînê, parastina rêketinama navokî dê pêkan nebe.

Li gorî rapora dayra giştî ya ragihandinê ya wezareta karên derve, Seyîd Ebas Iraqçî li hevdîtina digel Sêrgêyî Rîyabkov alîkarê wezîrê karên derve yê Ûrsêtê li Têhranê bêsozîyên Amerîkayê di çarçova rêketinama navokî de bi bîr xistin û got: Komara Islamî ya Îranê dê gotûbêja digel hemî alîyên ewropî, Ûrsêt û Çînê ji bo hilkolandina imkana domandina rêketinamê bidomîne.

Sêrgêyî Rîyabkov jî ji ber kiryara dewleta Amerîkayê ya vekişîna ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê mixabinîya xwe dîyar kir û ev biryara gefek dijî aştî û ewlehîya navnetewî zanî û pêgirî li ser sozdarîya welatê xwe ji bo cihanîna tam a rêketinama navokî û hevkarîya digel welatên din ên wajokirê vê rêketinamê ji bo parastina wê kir.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsîyê herwiha got: Tevî biryara Amerîkayê ji bo vekişîna ji rêketinama navokî, Moskow dê kûrkirina peywendîyên digel Îranê yên di hemî waran de bidomîne.

Başa dön tuşu