Rawêjkarîya Bogdanof ligel alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li bara alûgurên Sûrîyê
Nunerê taybet ê serokomarê Ûrsêtê li karên Rojhilata Navînê bi alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê hilkolandin.
Mîxayîl Bogdanof nunerê taybet ê serokomarê Rûsîyê ku bi merema rawêjkarîya li bara alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê derbasî Têhranê bûye, îro bi Hisên Cabirî-ensarî alîkarê erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê ra li bara alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê axivî.
Hisên Cabirî-ensarî di vê hevdîtinê da bal kişand ser vîyana serokên her du welatan jibo berfirekirina peywendîyan û rawêjkarîya Têhran û Moskovê pêwîst zanî û got: Bilî hevdîtinên dualî û têkilîya serokomarên Îran û Ûrsêtê, hevdîtinên desteyên dîplomatîk ên her du welatan bi merema hilkolandina alûgurên navçê jî didomin.
Mîxayîl Bogdanof jî di vê hevdîtinê da got: Hevdîtina ligel rayedarên îranî bi merema hevdengîya zêdetir a her du welatan pêk tê.
Li gorî vê raporê, Bogdanof û Cabirî-ensarî 7`ê Cotmeha buhurî jî bi rêka têlêfonê li bara alûgurên Sûrîyê û rêbazên destpêkirina dubare ya hewldanên hevdeng ên navnetewî jibo piştgirîya ji nûvedestpêkirina gotûbêjên alîyên sûrî hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)