İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rawêjkarîya Cabêrî-Ensarî û Dî Mîstora li bara alûgurên Sûrîyê

Hisên Cabêrî-Ensarî alîkarê beşa erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê şeva buhurî di hevdîtina ligel Stêfan Dî Mîstora nunerê taybet ê serokê giştî yê NY li karên Sûrîyê li bajarê Jênêvê da, bal kiand ser sê layên insanî, sîyasî û ewlehîyê yên qeyrana Sûrîyê û got: Karesata insanî, hêla herîgirîng a vê qeyranê ye û divê bi awayekî cidî bala xwe bidin ser vê hêlê û çareyekê bo kontrolkirina wê bikin.

Cabêrî-ensarî herviha got: Sersarîya li bara têkoşîna kêrhatî li hemberî têrorîsmê û qebûlnekirina vê xalê ku qeyrana Sûrîyê yê tenê bi rêçareya sîyasî bê çareserkirinê, bûye sedema dewam û berfirebûna hêlên karesta insanî li vî welatî.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser işkesta agirbesa ku Ûrsêt û Amerîkayê têkildarî Sûrîyê ser wê lihev kiribûn û got: Yek ji xalên bingehîn ên wê rketinamê, cidakirina komên çekdar ji koma têrorîst a Cebhetunusre (Feth ul Şam) bû lê li piratîkê pêk nehat, belkî komên çekdar bi Nereya Nusrê ra hevkarî kirin.

Cabêrî-ensarî herviha got: Yek ji mijarên herîgirîng û pêwîst li çareserkiina qeyrana Sûrîyê balkişandina cidî ser meseleya têkoşîna li hemberî têrorîsmê û hevgavê wê raberkirina rêçareyeke sîyasî ya maqûl li bara pêşeroja vî welatî ser bingeha biryara gelê Sûrîyê ye.

Nunerê taybet ê serokê giştî yê NY li karên Sûrîyê jî di vê hevdîtinê da got ku rewşa niha ya Sûrîyê ji her demî hestyartir û naziktir e û Îran jî welatekî girîng û bibandor li alîkarîya jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê ye.

Stêfan Dî Mîstora pêkutî kir ku pênaseya têrorîsmê li gorî nêrîna NY zelal e û li gorî biryarnamên Konseya Ewlehîyê, DAIŞ, Cebhetunusre û komên têkildarî El-Qaidê komên têrorîst tên hesêb.

Alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê di çarçova hewldan û rawêjkarîyên dîplomatîk ên Komara Islamî ya Îranê da jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê û kontrolkirina pirsgirêkên insanî yên niha li vî welatî, çûye Jênêvê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version